Sala 1941’ê, li gundê Kûrekendê (niha Fêrîk), li Ermenistana Sovyetê, di malbateke Kurdên Êzdî de ji dayîk bûye. Bavê wî, Reşîdê Ozman, penaberê ji Qersê, dayîka wî, Xezala Çolo jî, penabera ji Îdirê bû.
Li dibistana Ermeniyan xwendiye; heta pola çaran li gundê xwe, bi dû re li gundên Ermeniyan.
Tosinê Reşîd, di sala 1959’an de, li Enstîtuya Perwerdehiyê, Fakûlteya Fizîk û Matematîkê dest bi xwendina bilind kiriye, di sala 1975’an de, bûye doktorê kîmyayê. Bi salen dirêj li Zankoya Yêrêvanê mamostetî kiriye. Her wiha li enstîtuyên zanyarî karên lêkolînan kiriye, çendek gotarên zanyarî li ser pirsên kîmyayê di kovarên zanyarî de daye çapkirin. Di sala 1963’yan de, bi Gêorgiyê Xudo, Zurbê Emir û Tîtalê Efo ve yekemîn komeleya Kurdî li Yekîtiya Sovyetan damezirandine; komele berê nehênî, bi dû re vekirî bûye. Komele li seranserê Yekîtiya Sovyetan yekemîn komeleya neteweyî bû û roleke girîng lîst ji bo nasandina pirsa Kurdan di nava Kurdên Yekîtiya Sovyetan de. Yekemîn gotara wî di rojnameya Riya Tezeyê de, di sala 1961’ê de çap bûye, ji dawiya salên 1970’yan û pê de gotarên wî li derveyê Yekîtiya Sovyetan jî hatine çapkirin.
Ji sala 1966’an û pê de, berê bi Emerîkê Serdar re, paşê bi tena serê xwe, cêrgegotar bi navê Ensîklopediya Kurdî bi Radyoya Yêrêvanê belav kirin. Hejmara wan gotaran zêdeyî du sedî bû. Wî di sala 1957’an de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Bi şêwra Emerîkê Serdar û Fêrîkê Ûsiv, helbest û çîrokên wî di Radyoya Yêrêvanê û rojnameya Riya Tezeyê de weşiyan. Yekemîn dîwana wî di sala 1975’an bi navê Kilamê Rê çap bû. Dîwana wî ya duyemîn a bi navê Zozan (1983), dîwana wî ya sêyemîn jî, Nîvro (1987, Yêrêvan) çap bûn. Wî ji bo şanoya Kurdî ya li Tiblîsiyê du piyes nivîsîne; Xecê û Siyabend û Tîrêj. Xecê û Siyabend li Stokholmê (Roja Nû, 1988) hatiye çapkirin.
Kurteçîrokên wî bi navê Şeva Bêxew di sala 2000’î de (APEC, Stokholm) çap bûne. Ji bo 90 saliya jidayîkbûna Qanatê Kurdo li gel Dr. Huseyn Hebeş pirtûkeke gotar û bîranînan li ser Qanatê Kurdo (Hogir, 2000 - Lîs, 2009) amade kir. Pirtûka wî ya kurteçîrokan a bi navê Min Bêriya Şevên Spî Kiriye, di sala 2005’an de, li Stenbolê (Avesta) çap bû. Romana wî ya dîrokî, Mestûre, Serê Hêjayî Tac Bû, heman salê li Başûr xelata Weşanxaneya Arasê wergirt û hate çapkirin. Tosinê Reşîd her wiha van salên dawî dîwaneke Şikoyê Hesen (Avesta, Stenbol; Spîrêz, Duhok), Folklora Kurmanca ya Heciyê Cindî û Emînê Evdal (Avesta) û kurteçîrokên Rizaliyê Reşîd (Berlîn) amade kiriye û daye çapkirinTosinê Reşîd zewicî ye; xanima wî Nûra Cewarî akademîsyen û pispora sazbendiya Kurdî ye. Keça wî ya mezin, Zozan jî, pispora sazbendiya Kurdî ye. Keça wî ya biçûk, Aza, lêkolînan li ser pirsa Kurdan di peywendiyên navneteweyî de dike.
Reşîd ji sala 1993’yan û vir ve ye li Awistraliyayê, li bajarê Melbourneê dijî.