Dramatûrg û romanîstê bi nav û deng Şîrvanzade (Aleksandr Movsîsyay) di 1858’an de li Şamaxîyê, li maleke terzî ji dêya xwe bûye. Di 15 salîya xwe de xwendina xwe ji mekteba hukumetê ya nehîyê hil daye. Di 1875’an de çûye Bakûyê. Li wê derê dest bi du sê xebatan kiriye, lê paşê bûye xebatkarê kitêbxaneyeke Ermênîyan. Ji wê xebatê jî hîn bêtir kitêb nas kirine û gav û saet dest bi xwendina kitêban kiriye: Lîtêratûra Ermênîyan, Ûrisan û Ewropayê xwendiye.
Di 1878’an de dest bi nivîsandina gotaran kiriye ji rojnameya “бакинские "Извезтиа" "Тифлисский Вестник" И "Голос" re, û bi dû re jî ji rojnameyên Ermênîyan “Mêgû” û “Mşak” re. Wextekê bi şûn de bi xwe jî bûye xebatkarê rojnameya paşin.
Di 1881’ê de nivîsara wî bi navê “Banvornêrî drûtîûn” (Derheqa hal û wextê paleyan de”) di rojnameya “Mûrc”ê de neşir bûye, lê nivîsara wî “Hrdêh navtahankûm” “Şewat nava medena neftê” rêyeke tezetir li ber wî vekiriye.
Di 1883’yan de hatiye Tîflîsê û merem kiriye tenê li ser lîtêratûrê bixebite. Di 1885’an de kitêbên wî yên bi navê “Namûs” û “Arsen Dimaksyan” hatine çapkirin. Di 1898’an de kitêba wî “Kavos” (Xiringêle) hatiye çapkirin. Ji wê bi şûn de pîyesa bi navê “Patvi hamar” (Bona hurmetê) nivîsîye û li gelek şanoyan hatiye lîstin. Gava ji Parîsê vegerîyaye Rewanê pîyesa “Morgani xnami” (Xinamîyê Morgan) nivîsîye.
Di 1930’yan de xebatkarên Zakavkasê eyda xebata wî ya nivîskarîyê ya 50 salîyê kirine. Merkezîrakoma Ermenîstanê, wisa jî ya Adirbêcanê navê nivîsarkarê cimaetîyê lêkirine, lê merkez îcrakoma Zakavkasê di dereceya kultura mexlûqatê Zakavkasê de navê emekdarîyê lê kiriye.
Hevalbendê merkez îcrakoma Zakavkasê bûye, wisa jî ya sedirtîya nivîsarkarê şêwrê hemtifaqîyê. Nivîsarên wî li gelek zimanan hatine wergerandin. Di sala 1935’an de li Kîslovodskê mirîye.