Di sala 1797’an de (di hinek çavkaniyan de 1799 e) li Bazîdê hatiye dinê. Li eynî ciyê dest bi xwendina medreseyê kiriye. Piştî temamkirina xwendina xwe, çûye Tewrîzê û hînî Farisiyê bûye. Piştre hatiye Bazîdê û li wir dest bi seydatî kiriye. Mele Mehmûdê Bazîdî, bi konsolosê Rûsyayê yê Erziromê rojhilatnas Alexandere Jaba (1803-1894) re gelek xebatên piralî, û hêja dikin. Bazîdî, gelek Kilam, Bêrîte, Gotinên Pêşiyan berhev kir. Mele Mehmûdê Bazîdî, berhema hêja û giranbiha a Ehmedê Xanî Mem û Zînê, ya Selîmê Silêman Yusif û Zuleyxayê, ya Harisê Bedlîsî Leyl û Mecnûnê, ya Feqeyê Teyran Şêxê Sen’an, Bersîsê Abid û Qewlê Hespê Reş wekî çîrokî nivîsandiye. Bazîdî di sala 1867 ‘an de çû ser dilovaniya xwe.
Berhemen Mele Mehmude Bazîdî yen sereke:
Mem û Zîn (Weşanen Lîs 2007)
Adet u Rusumatnameye Ekradiye (Weşanen Lîs 2010)
Cami’eya Risaleyan û Hikayetan Bi Zimane Kurmancî / (3 Meqale û 40 Çîrok)(Weşanen Lîs 2010)
Wergera Şerefnameya Şerefxane Bedlîsî
Kitaba Tewarîxe Cedîde Kurdistan
Ferhenga Kurdî-Fransizî (Dictionnaire Kurde Francais)
Ferhenga Kurdî ya Diyalekta Hekarî-Rewendî
Rezimane Erebî Bi Zimane Kurdî