Di vê şanonameya han de, pêşengê ziman û wêjeya Kurdî Celadet Alî Bedirxan çîroka serîhiladneke Kurdî ya şikestî û biserneketî vedibêje. Şano bi rengekî zelal û rewan hatiye nivîsandin, an ku ziman herikbar û gelêrî ye û xwe bi giranî dispêre bikaranîna biwêjan ku ev yek jî rehetîyekê dide xwîner ku di rûniştineke tenê de bi dawî bike.
Wekî her serîhildaneke gelê Kurd, dîsa Kurd rastî têkçûn û şikestinê tên ku sedem wekî her carê bêderfetîya Kurdan e: Dijmin bi tank û top e û Kurd bi şûr û mertalan in. Kurd bi tifingên bêbandor li ber xezeba dijmin mane û bûne berxê ber kêrê. Nivîskar xweş dide dîyarkirin ku mêranî bi destê vala nabe û encama newekhevîya di şer de her û her têkçûna yê qels e ku ev yek jî her dem bûye para Kurdên bêpişt. Di vê der barê de jî, Serwer Beg ê ku li ber kevîya mirinê ye weha dibêje: “Belê mêranî qenc e... Nemaze di şerî de mêranî şertê pêşîn e. Lê ji bona ku gîyan bilive, jê re dest û ling û ji wan destan re jî şûr û rim divêtin.”
Taybetmendîya şanonameyê ya sereke kurtbûna hevokan e ku nivîskar xwestiye bûyereke girîng di dîroka gelê Kurd de bi zimanekî sivik û bê giranî pêşkêşî xwîneran bike û bihêle ku Kurd di wê qonaxa destpêka wêjeya Kurdî de nêzî zimanê xwe bibin û xwe jê xerîb nebînin.