Zargotinzan, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan, wergêr, ferhengzan û rewşenbîrê Kurd ê ku di dîroka Kurdan a nûjen de gelek tişt yekem car bi destên wî ve hatine kirin. Li gorî ku wî bi xwe behs kiriye, di sala1907’an de, lê li gorî qeydîya Sêwîxaneya Emerîkanan a li Qersê, di sala 1908’an de li gundê Kurdên Êzdî, Emançayîra bi ser bajarê Qersê ve ji dayik bûye. Zarokatîya wî li gund derbas bûye, lê sala 1918’an dema komkujîyên li ser Ermenîyan û Kurdên Êzdî pêk hatine, tevlî êla xwe derbasî Sovyetistanê bûye. Wan çaxan dêya xwe, bavê xwe, xuşk û birayên xwe li serê rê û dirbên koç û revê winda kiriye û tevî zarokên Ermenîyan û Kurdan ên bêkes di Sêwîxaneyên Qersê û Gumrîyê de mezin bûye; li wan deran xwendiye, paşê di 1929’an de Xwendinxaneya Gumrîyê ya Pedagojîyê kuta kiriye. Sala 1930’î di para Zanîngeha Yêrêvanê ya Fîlolojîyê de hatiye qebûlkirin û bûye yekem xwendekarê zanîngehê li Ermenistanê yê Kurd. Heman salê di 25’ê Adara 1930’î de bi destpêkirina rojnameya Kurdî re weke serokê Para Çand û Wêjeyê dest bi rojnamegerîyê kiriye. Di heman salê de bi pêşengîya wî Komeleya Nivîskarên Ermenistanê, Koma Nivîskarên Kurd vebûye, di 1938’an de bûye serokê wê parê. Di sala 1930’î de Radyoya Ermenistanê ya Para Kurdî bo cara yekemîn dengê Kurmancî li hemû Cîhanê belav kiriye û hevsera Hecîyê Cindî ya bi navê Zeyneva Îvo ew anonsa navdar kiriye ku Hecîyê Cindî jî di parê de xebatkar bû. Di sala 1933’yan de zanîngeh kuta kiriye. Payîza heman salê bi çavdêrîya Profesor Asatûr Xaçatiryan dest bi mastira berhevkirin û lêkolînkirina zargotinê kiriye. Ji 1931’ê û pê ve çi berhevokên zargotinê, çi werger, çi pirtûkên dersan û çi gotarên akademîkî, berhemên wî weke pirtûk û nivîs çap bûne. Heman salê jî, dest bi wî karê xwe yê mezin ê bi dehan salan domiyayî yê berhevkirina gencîneya zargotina Kurdî kiriye. Hecîyê Cindî ji 1931’ê heya Adara 1938’an di xwendinxaneya Kurdan a pedagojîyê de dersên zimanê Kurdî daye.