HAYDAR ERGÜLEN

14’ê Kewçêra 1956’an li Eskişehirê ji dayika xwe bû. Mezinê 6 xwişk û birayan e. Dibistana seretayî û ya navîn li Eskişehirê, lîse jî li Enqereyê xwend. Ji Zanîngeha ODTÜ’yê ji beşa Sosyolojîyê derçû. Li Zanîngeha Anadoluyê di beşa Reklam û Têkilîya Bi Gel Re, di programa Lîsansa Bilind de xwend. Piştî ku 25 salan nivîskarîya reklamê kir, malnişîn bû. Li zanîngehan bi awayekî nîvdemî ders dan. Pirtûka wî ya yekem ya bi navê Pirsên Bêbersivmayî, di sala 1982’yan de weşîya. Di nav kesên ku kovarên Üç Çiçek, Şiir Atı, Yazılıkaya amade kirine de cî girt. Xelatên bi navê Necatigil, Akdeniz Altın Portakal, Cemal Süreya, Metin Altıok, Dil Derneği Türkçe, Mersin Kent, Vedat Türkali girtin. Xelata nivîsaran ya Vedat Günyol, li Îtalyayê û li Libnanê xelatên wêje û helbestê girtin. Di gelek jûrîyên helbestê de cî girt. Di rojnameyên Radikal

û Cumhuriyetê de nivîsî, niha jî di rojnameya BirGünê de dinivîse. Li welat û li derveyî welat, tev li gelek çalakîyên helbestê û festîvalan bû. Helbestên wî di kovarên navneteweyî û antolojîyan de hatin weşandin. Pirtûkên wî bo zimanên Fransî, Îngilîzî, Elmanî, Îtalyanî, Kurdî, Makedonî û Bulgarî hatin weşandin. 16 jê helbest bi tevayî 60 pirtûk nivîsîne. Li Hevdîtina Helbestê ya Navneteweyî ya Şaredarîya Tepebaşı ya Eskişehirê, li Festîvala Wêjeyê ya Navneteweyî ya Şaredarîya Bajarê Mezin ya Îzmîrê, li Rojên Helbestan ya Nazım Hikmet ya Navneteweyî ya Şaredarîya Ataşehir ya Stenbolê dîrektorîyê dike. Kargehên helbestê çê dike. Destgirtîyê İdilê ye, bavê Narê ye.

Berhemên wî yên sereke ev in: Pirsên Bêbersivmayî (1982), Banûya Zikakê (1990), Helbestên Siratê (199), Terzîyê Berê (1995), ‘Xwişkeke’ Ji Kabareyê Malnişîn (1995), Çil Helbest û Yek (1997), Ji Bo Hafiz (Hafiz) (1999), Hetîketîyek e Mirin (1999), Valîza Karton (1999), Bi Deyn Nola Xemgînîyê (2005), Xezela Pisîkên Xemgîn (2007), Zerf (2010), Tiştên Wiha Biçûk (2015), Hê Jî Bêhna Rojê Ji Te Tê (2017), İdiltî, (2019)

 

HAYDAR ERGÜLEN - Yazarın Kitapları

1
Kapat