Di 1927’an de li Kolombiyayê, bajarokê Aracatacayê hat dinyê. Digel ku malbata wî pir dixwest jî xwendina xwe ya hiqûqê ya li zanîngehê kuta nekir û di rojnameyên El Universal, El Heraldo û El Espectador de nivîsî. Azmûne û şeydatiya wî ya rojnamevaniyê û rabuhuriya malbata wî digel rastiyên welatê wî bandoreke mezin li nivîskariya wî kir û hişt ku bibe yek ji navdartirîn kesayetên Emerîkaya Latîn. Márquezê ku piştî Veguherîna Kafkayî xwend tê gihişt ku mirov dikare di wêjeyê de tiştên nebûyî jî vebêjê û tiştên aşopî jî bi qandî tiştên rastî bide bawerkirin, bi îlhama tiştên di zarokatiya xwe de li mala dapîra xwe ji wê û ji bapîrê xwe û jinên din ên malê bihîstin, hejmareke têr û tije roman û çîrokên ku îro weke nimûneyên giranbiha ên realîzma efsûnî tên hesibandin, nivîsandin. Ji bilî romana xwe ya bi navê Cien Años de Soledad(Sed Salên Tenêtiyê) a ku di sala 1967’an de çap bû û nav û dengê wî li seranserê cîhanê belav kir, nivîskarê pirtûkên wek Hojarasca, El Coronel No Teine Quien Le Escriba, La Mala Hora, El Amor En Los Tiempos De Cólera û Vivir Para Contarla ye jî.
Gabriel García Márquezê ku di sala 1982’yan de ji bo ku “di çîrok û romanên xwe yên ku tiştên rastî û efsûnî ên di cîhaneke zengîn a aşopê de hatine pevbestin û jiyan û nakokiyên parzemînekê dereve dikin,” bi Xelata Nobelê a Wêjeyê hat perûkirin, di sala 2014’an de li México Cityê çû ser dilovanîya xwe. Serencama Mirinekê (Crónica De Una Muerte Anunciada) yekemîn pirtûka wî ye ku li Kurdî hatiye wergerandin.