Helbestkar û wergêr. Di 2’yê Sermaweza 1934’an de, li gundê Sîpanê yê Yêrêvanê ji dayîk bû. Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e. Pêşiyên wî ji bajarê Qersê, ji gundê Emançayîrê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, tevî Kurdên Êzdî yên din û Ermeniyên herêmê derbasî aliyê Ûris bûne, bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine. Wî dibistana seretayî li gundê xwe, Sîpanê, di sala 1951’ê de kuta kir. Zarokatiya wî, di ber xwendinê re, di
nava xwezaya çiyayên Kurdan ên li aliyê Ermenistanê de derbas bû, vê yekê jî hiştiye ku ew bibe tebiyetbêjekî yekta.
Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî de, Fêrîkê Ûsiv, di 1955’an de, di Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan de dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Fîlolojî û Dîrokê de kir. Heman salê ku rojnameya Rya Tezeyê dest bi weşana xwe kir, dest pê bû helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar de weşiyan. Wî di sala 1960’î de enstîtu kuta kir. Paşê di Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê kir. Pirtûka wî ya pêşîn, Çavkanî, di sala 1961’ê de hate çapkirin. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku ji ber rastgotiya xwe ya di jiyana xwe ya xebatê de tûşî êrîşan bû, rojekê girt hemû helbestên xwe yên çap bûyî û çap nebûyî giş şewitandin.
Bi hanedana Heciyê Cindiyê xezûrê xwe, di sala 1963’yan de, beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova bû û bi wergera xwe ya bo Kurmancî xelata sêyemîniyê wergirt. Wî di navbera salên 1963 û 1967’an de ji Avedîk Îsahakyan, Lêrmontov û Shakespeare berhem wergerandine Kurdî, di 1964’an de, pirtûka wî ya bi navê Gula Elegezê hate çapkirin, di 1967’an de jî ya bi navê Lîrîka.
Wî di 1968’an de li gundê xwe dest bi mamostetiyê kir. Di sala 1971’ê de, dastana wî, Xewna Mîrmih, li Moskovayê, di nava pirtûka Hikayet Der Heqê Bar Mûraz De, bi Rûsî hate weşandin. Di sala 1974’an de, bû endamê Yekîtiya Nivîskaran. Dastana wî ya bi navê Ûsivê Neviya di 1973’yan de hate weşandin. Pirtûka wî ya bi navê Narê di sala 1977’an de çap bû. Du dastanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter, di 1984’an de, di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatin weşandin. Wî di nava van salan re her wiha ji Byron, Goethe, Pûşkîn, Yêsênîn û Hovannes Tûmanyan berhem wergerandine Kurdî.
Di helbestê de, du helbestkarên mezin hebûn, ku Fêrîk ew wekî hoste qebûl kirine: Pûşkîn û Yêsênîn. Ji ber vê yekê, di sala 1987’an de derkete gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê Ûris geriya.
Ûsiv di payîza 1996’an de çû dîtina keça xwe, Zerê û neviyên xwe, Narê û Alîk, ên ku li bajarê Nîjnî Tagîlê diman, lê Fêrîk êdî nexweş bû. Digel pêdagiriya malbatê, çû. Di 28’ê Avrêla 1997’an de, vegeriya Yêrêvanê, mala xwe. Lê nexweşiyê lê giran kir, Fêrîk di 1’ê Gulanê de rakirin nexweşxaneyê. Tevî hewildanên pakkirinê, Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin, di 3’yê Gulana 1997’an de, di 63 saliya xwe de, li Yêrêvana paytextê Ermenistanê kiras guhest û tevî karwanê nemirên Kurd bû.
Li ser xwestina wî, Fêrîkê Ûsiv li gundê Sîpanê, li berpala Çiyayê Dibûrî hate veşartin.