Sala 1941’ê, li gundekî Kurdên Êzdî ê bi navê Qûndexsazê (niha Rîya Teze) li ser nehîyeya Aparana komara Ermenistanê, di malbateke Kurdên Êzdî de hatiye dinyayê. Piştî xwendina navîn di dibistanên gundê xwe û gundê cîran ê Elegezê de bi dawî anîye, li Zankoya Malhebûna Gundîtîyê a bajarê Yêrevanê dixwîne. Sala 1974’an teza doktorîyê di warê zanyarîya aborî de diparêze. Ji sala 1974’an heta 1993’yan di Zanîngeha Aborî û Rêvebirina Malhebûna Gundîtîyê de dibe serokê beşê. Tevî karê zanyarîyê ew wisa jî gelek salan li Zanîngeha Yêrevanê a Malhebûna Gundîtîyê dersên rêvebirina malhebûnên gundîtîyê dide xwendevanan. Di warê zanyarîya aborîya gundîtîya Ermenistanê de xwedanê gelek xebatên zanyarî ye.
Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetan sala 1993’an ji naçarî kar û barê xwe berdide û ji Ermenistanê dertê. Çend salan li Komara Qazaxistanê li bajarê Almatê dimîne. Li bajarê Almatayê tevî çend hevalan kovara Nûbar weşandiye. Bi alîkarî û rêdaktorîya wî pirtûka Ezîzê Zîyo Kurdên Qazaxistanê hatiye weşandin.
Eskerê Boyîk ji salên 60’î de di nava Kurdên Sovyetê de nivîskarekî naskirî bû. Ji sala 1984’an ve, endamê Yekîtîya Nivîskarên Sovyêtê ye, endamê Yekîtîya Nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemekî PEN’a Kurd e. Ew devedevî 25 salan (1968-1993) sekreterê beşa nivîskarên Kurd a Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê bûye. Ew ji sala 1999’an ve serokê Komîteya Rewşenbîrî a Mala Êzdîyan a bajarê Oldenbûrgê ye, wî di sala 2012’an de di Mala Êzdîyan de Navenda Lêkolînên Êzdînasîyê damezirandiye. Niha li Ewropayê, li Almanyayê dijî. Heta roja îro karên xwe ên nivîskarî, zanyarî û civakî dimeşîne ji bilî pirtûkên wî ên çapbûyî bi sedan gotarên wî di kovar, rojname û malperan de çap bûne.
Berhemên Wî:
Şiverê (helbest, 1966), Kulîlkên Çîya (helbest, 1975), Sinco Keça Xwe Dide Mêr (şano, 1980), Mem û Zîn (şano, 1989), Li Çîya (kurteçîrok, 1991), Duaya Serê Sibê (helbest, 1997), Odeya Çîrokan (helbestên zarokan, 1997), Kulîlkên Birîndar (helbest,1998), Govenda Herfan (helbestên zarokan, 2002), Çîrokên Odeya Me (kurteçîrok, 2004), Nûra Elegezê (edebîyatzanî, 2004), Xezeva Xwedê (roman; beşa yekê, 2004), Êzdîyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş (dîrok, 2006), Xezeb (roman; beşa duduyan, 2008), Ez Kilameke Melûl im (helbest, 2009), Bahoz (roman, 2011), Çanda Kurdên Sovyetê (lêkolîn-bîranîn, 2012), Bahoz (roman, 2018), Evîna Qedexe (roman, 2019)
Berhema Wî a Li Lîsê Çap Bûye:
Merivê Bê Derd, çîrokên gelêrî, 2020