Nivîskarekî Kurd û bavê romana Kurdî ye. Yekemîn romana Kurdî a bi navê “Şivanê Kurmanca” ku bêtir di nava gel de wekî “Şivanê Kurd” hatiye naskirin nivîsîye. Erebê Şemo, di 23.10.1897’an de li gundê Sûsûzê, li bajarê Qersê, ku di wê heyamê de di bin desthilatdarîya Ûris de bû, ji dayik bûye. Erebê Şemo piştî xwendina xwe ya pêşîn diqedîne di sala 1913’an de dema ku 16 salî bû derbasî ser karê paletîyê dibe. Ereb Şemo ji bilî zimanê Kurdî welê jî bi Ûrisî, Tirkî, Yewnanî û Ermenkî dizanîbû. Demeke dirêj di Komîteya Navendî ya Partîya Kominîst a Ermenîstanê de cî digire. Di sala 1931’ê de Ereb Şemo li Lenîngradê rastî Qanatê Kurdo tê. Û hevaltîyeke baş di navbera wan de çê dibe. Li wir dest bi xebata lîteraturî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di derbarê pirsgirêkên Kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike. Di sala 1937’an de ji alîyê Stalîn ve tê sirgûnkirin, wî dişînin qeraxa Okêrna Cemidî. Heta sala 1956’an ew li wê derê dimîne. Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û carake din vedigere Ermenistanê. Sala 1966’an ew romana xwe ya dîrokî “Dimdim” belav dike. Di sala 1967’an de jî ew li Moskowayê berhevoka “Hikayetên Gelê Kurd” û romana xwe ya bi navê “Rîya Bextewar” diweşîne. Li Sêntora Yerewanê, li ser dîwarê maleke ku Erebê Şemo salên xwe yên dawîyê li wê derê derbas kiribû, wiha hatiye nivîsandin: “Di vê malê de, ji sala 1963–1978 temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd û karkerê muxulqetîyê Erebê Şemo Şamilov.”