EMÎNÊ EVDAL

Sala 1906’an li gundê Emençayîrê ê li herêma Dîgora Qersê ji dêya xwe bûye. Emînê Evdal sala 1923’yan li paytextê Gurcistanê; Tîflîsê, di Fakulteya Paleyan a bi zimanê Ermenî de tê qebûlkirin. Piştî temamkirina Fakulteya Paleyan, sala 1926’an, ew diçe di gundên Kurdan ên navçeyên Aparanê û Talînê de dersdarîyê dike. Paşê ew di Fakulteya Unîversîtêta Yêrêvanê a Dîrokê de dibe xwendekar. Bi xwendinê re ew karê sekretarîya rojnameya Rya Teze dike û heta sala 1964’an bi nivîs û şêwrên xwe ve alîkarîya rojnameya Kurdî dike. Ji sala 1931’ê heta dawîya sala 1950’yî ew di dayîreyên Kurdan û Ermenîyan de bê navbirî karê dersdarîyê dike û ji bo wî karî sala 1954’an navê “Mamostayê emekdar ê Komara Ermenistanê” didin wî. Ew, di salên 1932-1936’an de bi Hecîyê Cindî re pirtûkên dersên ziman û edebîyata Kurdî amade dike. Sala 1933’yan de ew û Hecîyê Cindî Ferhenga Ermenî-Kurdî amade dike. Sala 1936’an Ferhenga Termînologîyê amade dike. Sala 1936’an pirtûka wî a bi sernavê Mêtodîka Hînkirina Herfnaskirinê, sala 1937’an Mêtodîka Zimanê Kurdî çap dibe. Pirtûka dersan a ji bo koma 4’an, ku wî amade kiribû, bi hinek biserdezêdekirinan ve di salên 1947, 1948, 1951 û 1954’an de tê çapkirin. Sala 1952’yan pirtûka wî a Zimanê Kurdî (gramatîka û rastnivîsandin) çap dibe. Di salên cuda-cuda de (1931, 1932, 1935, 1936, 1937, 1956) wekî 60 berhemên wî ên wêjeyî derketine, di nav wan de helbest, destan, serpêhatî û ên din û piranîya wan di berevokên cuda de cî girtine. Ji nav wan ên berbiçav ev in: Zembîlfiroş, Beko, Gulîzer, Memê û Zînê, Evdalê Zeynikê, Mehmûd Beg û Mûsa, Şamê û Zozê, Zelîxe û Fetula ku hemû jî bi Kurdî çap bûne. Ev berhem jî bi Ermenî çap bûne: Anûş Garûn (Bihara Xweş), Sîrêrg (Strana Evîndarîyê), Garûn (Bihar), Elegez, Komîtas. Gelek berhemên wî bi zimanên Ermenî û Rûsî hatine wergerandin û ji alîyê xwendevanan de bi dilalavî hatine qebûlkirin. Wî berhemên Hovhannês Tûmanyan Gîkor, Se û Pişîk, Xwedî û Xulam û Maro wergerandine Kurdî, gelek berhemên wî di antolojîya Berhemên Nivîskarên Kurdên Sovyetîyê, cilda 4’an de, her wiha di pirtûka dersan a ji bo koma 4’an de çap bûne. Wekî din wî wekî deh xebatên zanistî nivîsîne. Ji wan ên berbiçav ev in: Jina Kurd Di Mala Eşîrtîyê (patrîarkalîyê) De (Yêrêvan, 1948), Heyfhildana Xwînê Di Nav Kurdan De û Hilanîna Paşmayînên Wan Di Qewlên Sovyetîyê De (Yêrêvan, 1952), Deba Kurdên Pişkavkazê (Yêrêvan, 1957), Heleqetîyêd Pismamtîyê Di Nav Kurdan De (Yêrêvan, 1965, Kurmancî), Kultura Kurdên Ermenistana Sovyetîyê (Yêrêvan, 1960, bi Rûsî). Emînê Evdal sala 1964’an diçe ser dilovanîya xwe û li dû xwe gelek berhemên çapnekirî hiştine, ji wan a herî girîng Bawermendîyên Kurdên Êzdî ye.

 

Berhemên Wî ên ku Li Lîsê Çap Bûne:

Bawermendîyên Kurdên Êzdî, xebatên çandî, 2020

Heleqetîyêd Pismamtîyê Di Nav Kurdan De, xebatên çandî, 2020

EMÎNÊ EVDAL - Yazarın Kitapları

Kapat