Helbestkara Emerîkan Emily Dickinsonê, bi navê xwe yê din, “rehbika Amherstê”, di saxiya xwe de, navê xwe – ji bilî heft helbestên xwe yên ku ji nava 1800 helbestên wê de hatine çapkirin – li ser kaxiz, rojname û kovaran çap kirî nedît. Wê xwe gorî “nivîsberî”ya xwe ya veşartî kir û îro li qelemê tê dayîn ku wê baş kiriye wisa jiyaye û ev cîhan ji durr û mirwariyên helbesta xwe ya berz û bo demeke dirêj berze bê par nehiştiye. Dickinsonê di helbestên xwe de li dora du hêmayên sereke pêgermok gerand, ku yek jê “Evîn” bû, yek jê jî “Mirin”. Li dû jiyana xwe ya helbestî wê ew qasî xwe veşart ku malbata wê jî nizanibû ew ji sibehê heta êvarê di odeya xwe de çi dike. Ji sala 1858’an û pê ve, Dickinsonê pirraniya helbestên xwe di pakêtên ‘fasîkulan’ de berhev kirin, yên ku wê bi xwe bi ta û derziyê ve ciz û bend dikirin. Bijarteyeke van helbestan di 1890’î de derkete holê. Dickinsona ku li jêr kartêka John Keats, John Ruskin, Robert Browning û Sir Thomas Browne maye, bo wê her wiha girîngtirîn nivîskar; Shakespeare, Elizabeth Barrett Browning, Charlotte û Emily Brontë, George Eliot û George Sand bûn. Di 1861–62’yî de, Dickinson tûşî qeyrana tûreyê bû, di 15’ê Gulana 1886’an de, li Amherstê, di pêncî û pênc saliya xwe de koça xwe bar kir. Piştî mirina Dickinsonê, xwîşka wê Laviniayê di berkêşkeke li odeya wê de, hezar û heşt sed (1800) helbestên wê peyda kirin, ku heta wê hingê ne Lavinia, ne bavê wê, ne jî kesekî din bi vê mezintirîn helbestkara jin a helbesta Emerîkan hisiyabû. Îro hemû raya giştî ya helbesta cîhanê hembîr e ku Dickinsonê, piştî Sapphoya Yewnan, helbestên herî bedew nivîsandine, wê li gel Walt Whitman, Ralph Waldo Emerson û Edgar Allan Poe, tixûbên helbesta Emerîkan diyar kirine.