Zanista Dîrokê wekî disîplînekê, di sedsala XXI.mîn de hîn jî di bin bandora desthilatdarî û otorîteyên polîtîkî de dirûv û teşe digire. Di nivîsîna dîroka xelk û neteweyan de li şûna objektîvbûnê ya dîyarker desthilatdarî û otorîtebûn e. Dîroka şar û şaristanîyê, di bin ronahîya çavkanî, belge û belgenameyan de wekî xaka Mezopotamyayê û nexasim wekî Kurdistanê derbas dibe. Nîşane û nimûneyên vê gelek in, ji Girê Mirazan bigirin ta hetanî Newala Çorî.
Di çaxa me, çaxa ku netewdewletên li ser axa Kurdistanê hatine avakirine û wekî serdestên Kurdan in de dîroka rastîn û objektîvî jî wekî qadeke asîmîlasyonê hatiye dîtine. Her wiha wekî ku di vê xebatê de tê dîyarkirin netewdewletan ne tenê bi sîstematîk dîroka Kurdan berevajî kirine, bi heman awayî bi rêya dîn û bawerîyan jî hemen armanc nola hedefekê pejirandine.
Îhsan Colemêrgî bi vê xebata xwe, Ebû Muslimê Xuresanî - Di Dîwana Xelîfe De Kuştina Lehengekî him bala me dibe ser kesayetiyekî Kurd ê girîng, ê ku di dîroka Îslamê de xaleke balkêş nîşan dide û him jî dubare di bin ronahîya çavkanî, belge û belgenameyan de guhertin û veguhertina dîroka rastîn û objektîvî li ber xwendevanan radixe. Colemêrgî bi zîrekîya dil û adanîya aqilekî ku pala xwe dide rastîn û objektîvbûna zanista dîrokê, xwendevan di nava rûpelên dîrokeke winda de derdixe rêwîtiyê.