CEGERXWÎN

Di sala 1903’yan de li gundê Hesarê ê bi ser Kercewsê ve ji dayîk bûye. Malbata wî bi eslê xwe ji gundê Bêkendê ê bi ser Misircê ve ye. Navê wî ê esil Şêxmûs e. Di panzdehsalîya wî de bavê wî dimire,  piştî mirina bavê wî bi salekê jî dayîka wî dihere ser dilovanîya xwe. Seydayê Cegerxwîn waneyên ewil ji Mele Îbedilahê Kûlatî werdigire. Di heman katê de destûrnâmeya xwe a seydatîyê jî ji wî werdigire. Li gelek deverên başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê meletîyê dike. Gera wî a li çar perçeyên Kurdistanê derfetê dideyê ku zaravayên Kurdî hîn bibe û bibe xwedîyê ferhengeke dewlemend û Kurdewar. Helbestkarê nemir di sala 1930’yî de dev ji meletîyê berdide û dest bi karê sîyasetê dike, êdî giranîya xwe dide ser derd û kulên welêt. Bê guman bîr û bawerîyên wî ên di der barê gel û welêt de marîpişta helbesta wî pêk tîne. Îdeolojîya ku Seyda dabû pê di helbestên wî ên evînî, felsefî û netewî de roleke girîng lîst. Di avakirina hişmendîya Kurdewarîyê de barekî girîng da ser milê xwe û bandoreke mezin li ser gelê Kurdistanê kir. Cegerxwîn bi helbestên xwe ne tenê bandor li gel û sîyasetmedar û helbestkaran kir, di heman demê de bandoreke mezin li muzîka Kurdî jî kir. Hewldaneke Cegerxwîn a utopîk jî heye. Di sala 1930’yî de du gund ava kir û hewl da jîyaneke komunal ava bike. Lê piştî ku niştecîyên her du gundan bi hev ketin, dev ji gundan berda, bar kir çû li Rojavayê Kurdistanê, bajarê Amûdê bi cî bû. Li Amûdê wî û rêhevalên xwe Nadîya Ciwankurd saz kir. Komeleya ku wan ava kiribû piştî demekê ji ber xebatên xwe ji alîyê rêveberîya Fransayê a herêmî ve hat girtin. Cegerxwîn, di bîranînên xwe de dibêje ku komele ji alîyê axayê Kurd Newafê Hesen ve hatiye girtin. Di pişt re tev li refên Civata Azadî û Yekîtîya Kurdistanê a ku berê navê wê Xoybûn bû dibe (1937). Di navbera salên 1949-1957’an de bi komunîstan re karê sîyasî dimeşîne. Yek ji damezirînerê rexistina Azadîyê ye. Di navbera salên 1959-1962’yan de li Zanîngeha Bexdayê dersên zimanê Kurdî dide.  Di sala 1969’an de derbasî başûrê Kurdîstanê bû û beşdarî serhildanê bû. Bi qasî salekê, wî û Evdulrehman Qasimlo bi hev re derbas kir. Di sala 1973’an ji ber zilm û zora Dewleta Sûrîyeyê bar kir çû li Libnanê bi cî bû. Di sala 1975’an de vegerîya Qamişloyê. Di sala 1979’an de derbasî Swêdê bû. 22’ê Kewçêra 1984’an li Stockholmê mir.

 

Berhemên Cege rxwîn Ên Di Weşanxane ya Lîs ê De Çap Bûne

Cîm û Gulperî, Novel, Weşanen Lîs, Çapa 1. 2007, Çapa 2. 2017

Reşoyê Darê, Novel, Weşanen Lîs, Çapa 1. 2007, Çapa 2. 2017

Ronahî Li Pey Tarî ye, Cilda I., Helbest, Weşanen Lîs, Çapa 1. 2017

Ji Min Dil Bir Bi Carek, Cilda II., Helbest, Weşanen Lîs, Çapa 1. 2017

Xoşxwan, Weşanen Lîs, Çapa 1, 2018

CEGERXWÎN - Yazarın Kitapları

Kapat