Di 1878’an de li Şûregelê (Şahûmyana niha) ji dêya xwe bûye, ewil li gund dest bi xwendinê kiriye. Paşê çûye Tîflîsê û li mekteba realîyê xwendiye. Ji wê şûn de çûye Pêtêrsbûrgê (Lenîngrada niha) û li înstîtuya teknolojîyê dest bi xwendina bilind kiriye û li wê derê merema xwe anîye serî, wê xwendinê kuta kiriye.
Li Pêtêrbûrgê du caran hatiye girtin û sirgûnkirin (1901-1903). Cara sisêyan bi destê Mênşêvîkan hatiye girtin û wî ji Tiflîsê dişînin keleha Kûtayîsê (1921 s.)
Di 1906’an de dest bi nivîsandinê kiriye. Heta niha gelek nivîsarên wî neşir bûne û yên eyan ev in: 1913 s. “Patmvatkner” (Serhatî), 1923. “Patmvatskner”, 1927 s. dîsa “Patmvatskner”, “Traktor” û yên mayîn.
Ji xeynî van nivîsaran, di neşirxaneya Ermenistanê de çend nivîsarên wî yên cuda cuda hatine neşirkirin: “Pîoner Saro”, “Pokrîk şînarar” (Çêkirdarê piçûk), “Karmîr Karon” (Karoyê sor) yê derheqa zarokan de.
Arazî berî hukumeta Şêwrê derheqa sinifa gund û bazarê de nivîsîye. Ew bi xwe tim li pişta proleteryayê bûye, bawerî bi qeweta proleteryayê anîye û bi xwe jî bi nivîsara xwe alîyê proleteryayê kiriye. Li pey înqilabê, derheqa gundê teze, şerê proleteryayê de nivîsîye ji bo çêkirina sosyalîzmê.
Çend nivîsarên wî li Ûrisî û Kurmancî hatine wergerandin.