A.RAHÎM KILIÇ

Li Qosera Mêrdînê hatiye dinê. Ji dibistana seretayî heta lîseyê li Serêkanîyê perwerde dîtiye. Di 1995’an de beşa Ziman û Wêjeya Tirkî li Zanîngeha Dicleyê, di 2012’an de Zankoya Ragihandinê Beşa Radyo, Tv û Sînema ya li Mêrsîne kuta kiriye. Lîsansa bilind li Zanîngeha Dilokê di beşa Medya û Zanistîya Ragihandinê de kiriye. Li Semsûrê rojnameya Katılım, li Amedê rojnameya Objektif bi komek hevalên xwe re weşand. Di rojnameyên wekî Yeni Yüzyıl, Radikal, Özgür Gündem, Azadiya Welat de nivîskarî kiriye. Di kanalên wekî Can TV, Gün TV, NTV, ATV, Amed TV de gelek bername amade kiriye û pêşkerî kiriye. Di gelek kovarên Kurdî û Tirkî de helbest û nivîsên wî hatine weşandin. Berhemên wî ku heta niha çap bûne Cebimdeki Çakıl Taşları (helbest, Etki yay, İzmir 2008), Yasaktır Bu Aşktan Çıkmak (helbest, Klaros yay, İstanbul 2020), Dilopên Jiyanê (berhevkarî, bi hevkarîya Ahmet Yardak, Ronahî, Amed 2013) û Ji Bo Fîlmekî Senaryo (Avesta, İstanbul 2023) ye.

A.RAHÎM KILIÇ - Yazarın Kitapları

Kapat